Li Swêd û Fînlandiyayê çalakiyên protestoyî

Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î jina li 4 bajarên Swêdê û li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê çalakî li dar xistin.

Jinên Kurd ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan her roja Şemiyê dadikevin qadan, doh jî li bajarên Stockholm, Orebro, Goteborg û Ûppsalayê yên Swêdê daketin qadan.

Di çalakiyan de alên Tevgera Jinên Kurd, PKK, KCK'ê hatin hildan û bi pankartan desteserkirina şaredairyan û girtina siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin.

Çalakiya li paytext Swêdê li kolana Drottnîngsgatanê pêk hat û têkildarî helwesta medya AKP'ê ya ku parlamenterên Sosyal Demokrat ên Swêdê dike hedef, belavokên şermezarkirinê hatin belavkirin.

Li bajarê Goteborgê jî bi banga Komuna Jinê ya Sema çalakî hate kirin û daxwaza bidawîbkirina tundiya li jinê hate kirin. Her wiha bang li gelê Swêdê hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ê li ser Kurdan nerazîbûnê nîşan bidin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Di çalakiyan de her wiha desteserkirina şaredariyên HDP'î û operasyonên qirkirina siyasî yê li dijî siyasetmedarên HDP'î hatin şermezarkirin.

HELSÎNKÎ

Bi banga Tevgera Jinê, Kurdistanî li navenda Helsînkiyê li hev kom bûn û tundiya li nava civakê, êriş û zextên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kirin.

Di çalakiyê de li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î pankart hatin hildan û têkildarî mijarê mirovên li derdorê hatin agahdarkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî dewleta Tirk bi dawî bû.