Li Stockholmê semînera li ser konfederalîzm û jineolojiyê

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, konfederalîzma demokratîk, rol û statuya jinê ya di vê pergalê de û jineolojî hate nîqaşkirin.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, konfederalîzma demokratîk, rol û statuya jinê ya di vê pergalê de û jineolojî hate nîqaşkirin.

Semîner ji aliyê rêxistina jinan a bi navê Ronak hate amadekirin û nêzî 4 saet û nîvan domand. Nivîskar Necîbe Qeredaxî di li ser nav babetan semîner da.

Di semînerê de li ser konfederalîzma demokratîk pêşkêşiyek hate kirin û ji bo rizgarbûna ji krîza heyî, wekî model û ferasetekê hate nîşandan. Hate diyarkirin ku konfederalîzma demokratîk dikare bersiva nakokiyên çînî, zayendî û neteweyî yê bi hezaran salan bide. Di semînerê de qala paşxaneya dîrokî ya pergala konfederalîzma demokratîk hate kirin.

Di semînerê de qala girîngiya jineolojiyê hate kirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku ew dikare dîroka azadiyê binivîse, li ser prensîbên demokrasiya radîkal û rasterast, azadiya zayendî pêş dixe.

Semîner bi pirs û bersivan domiya û hate diyarkirin ku divê nîqaşên li ser konfederalîzma demokratîk û jineolojiyê di nav civakê de were kirin.