Li Spanyayê jin li dijî şîdetê daketin qadan

Ji bo hikumet il dijî şîdeta mêr a li jinê tê kirin tedbîran bigire, çalakiyên jinan ên li Spanyayê dewam dikin.

Spanya dema dawî bi cezayê biçûk ên li hovîtiya destavêtinê tê birîn di rojevê de ye. Jinên li Spanyayê ji hikumetê dixwazin ku pakta li dijî şîdeta li jinê ku partiyên siyasî beriya niha qebûl kiribûn bixe meriyetê.

Bi hezaran jinên femînîst li paytexta Spanya Madrîdê û paytexta Katalonya Barcelonayê li hev civiyan û ji Wezîra Wekhevî û Tenduristiyê Dolors Montserrat xwestin ku paktê bi cih bîne. Çalakgeran ji hikumetê xwestin, ku ji bo bicihanîna pakta ji 200 tedbîrên li dijî şîdetê, budçeya pêwîst veqetîne.

Hikumeta bi serkêşiya Serokwezîrê mûxafazakar Mariano Rajoy meha Kanûnê soz dabû, ku ji bo bicihanîna paktê wê di nava 5 salan de budçeyeke din a ji 1 milyar Euroyî amade bikin.

Lê belê li gorî rêxistinên femînîst, hikumetê 200 milyon euro ya ji budçeya ji bo îsal soza wê dabû, veneqetandiye.