Li Spanyayê di têkoşîna dijî destavêtinê de gaveke nû hate avêtin

Hikumeta çep a Spanyayê di têkoşîna dijî destavêtinê de gaveke nû avêt.

Berdevka hikumetê Maria Jesus Montero diyar kir ku bêdengmayin an jî pasîfmayin nayê wateya 'erê'kirinê.

Proje bi dirûşma "Tenê erê tê wateya erê' hate amadekirin. Di bingeha vê projeyê de bûyera sala 2016'an heye ku bi rengekî komî destdirêjî li jineke ciwan hatibû kirin. Dema ku doza destavêtina komî piştî 2 salan dest pê kir li tevahiya Spanyayê nerazîbûneke mezin çêbûbû.

Li bajarê Pampeluneyê di dema cejna San Ferminê de 5 kesî dest avêtibûn jinekê û dîmenê bûyerê kişandibûn. Êrişkarên destavêtinê ji ber êrişa zayendî bi 9 salan cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin, lê belê ji destavêtinê nehatibûn darizandin. Ev jî bûbû sedema hêrsa bi hezaran jinan.

Li Spanyayê niha biçûkxistin û tundî di çarçoveya destavêtinê de weke sûcekî nayê dîtin. Bûyerên din jî weke êrişa zayendî têne nirxandin. Ji ber ku sûc nakevin ber sûcê destavêtinê, sûcdar jî cezayên kêm werdigirin.

Qanûna ku hikumetê xiste rojevê di Adara 2020'î de ketibû rojevê. Li gorî proje qanûna ku roja Sêşemê hate qebûlkirin, qanûn sûdê ji Peymana Stenbolê distîne.

Di çarçoveya pêşnûme qanûnê de wê destdirêjî, zewicandina bi zorê, sunetkirina jinê û zexta fûhûşê bi rengekî giran bêne cezakirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal peyamek weşand û got, "Em welatê xwe ji bo jinan bikin welatekî ewle û azad." Pedro Sanchez destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê wê dewam bike.

Wezîra Wekheviyê Irene Montero jî destnîşan kir ku wan sûd ji qanûna li Swêdê wergirtine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku li welatên Ewropayê qebûlnekirina jinê di çarçoveya destavêtinê de dinirxîne. Rêxistina Efûyê diyar kir ku hin welatan di pêvajoyên dawî de qanûnên xwe xurtir kirine.

Elmanyayê sala 2017'an qebûlnekirin xiste çarçoveya destavêtinê. Fransayê jî têkiliya zayendî ji 15 salî derbasî 18 salî kir.