Li Sêwasê jineke 60 salî hate kuştin
Li Sêwasê mêrê bi navê Rahmî Parlak, jina bi navê Mevlûde Parlak bi kuşt.
Li Sêwasê mêrê bi navê Rahmî Parlak, jina bi navê Mevlûde Parlak bi kuşt.
Li Taxa Karşiyaka ya Sêwasê mêrê bi navê Rahmî Parlak bi kêrê jina xwe Mevlude Parlak (60) kuşt.
Rahmî Parlak hate destgîrkirin û cenazeyê jina wî jî birin Morga Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sêwasê.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.