Li Serhedê 8'ê Adarê: Jin wê dîrokeke nû binivîsînin

Li Serhedê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan û peyama "Em ê dîrokeke nû binivîsînin" dan.

Li bajarên herêma Serhedê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş hat pêşwazî kirin.

ÎDIR

Li Îdirê jin li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navçeya Sogutluyê li hev kom bûn. Jinên ku cilûbergên neteweyî yên kesk, sor û zer li xwe kiribûn, demeke dirêj li ber erbaneyan govend gerandin. Piştre jin bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" heta buroya hilbijartinê ya Zagrosê ya li kolana Cumhuriyetê meşiyan.

Hevseroka DEM Partî ya Îdirê Bahar Ertecî, bal kişand ser berxwedana jinên Kurd. Namzeta Hevşaredariya Îdirê Nejla Kum jî silav ji jinên girtî re şand. Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk ya ku li cihê wê qeyûm hat tayînkirin jî bertek nîşanî qeyûm da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di şahiyê de jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Ew çiraya ku wan vêxistî îro mîna gulmişkê heta roja me hat. Dê alaya wan tu caran nekeve xwarê. Heta ku azadî, edalet û wekhevî li vê xakê aj dide.” Sayyîgît, her wiha çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe.”

Piştî axaftinan jî hunermend şîlan Dora derket ser dikê.

QERS

Li bajarê Qersê jî jinan li Eywanan Dawetan a Antaryumê hevdîtin li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî tev li hevdîtinê bû. Jinan, cil û bergên Kurdî herêmî li xwe kiribûn û flameyên bi rengên kes, sor û zer hilgirtin.

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman di hevdîtinê de wiha got: “Desthilatdariya mêrserdest a faşîst a AKP-MHP’ê her ku diçe bêhtir vîn û jiyana me tune dihesibîne. Lê belê me tu caran ji têkoşîna xwe paşvegav neavêt.”

Parlamenter Çîçek Otlu jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin bi bîr xist. Otlu, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîda li Îmraliyê tê bidawîkirin û hevrêyên me yên di girtîgehan de azad dibin jî dê têkoşîna me bidome.”

Piştî axaftinan hunermend hîvda Goker derket ser dikê û hevdîtin bi strîna stranên Kurdî berdewam kir.

ERZIROM

Li Erziromê jî şahiya jinan hate lidarxistin. Li gel namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, her wiha gelek kes tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. Di şahiyê de qurnefîl li jinan hatin belavkirin.

ERDEXAN

Li navçeya Golan a Erdexanê jinan li buroya hilbijartinê ya partiyê şahî li dar xistin. Jinan govend gerandin û coşeke mezin hebû. Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin di şahiyê de axivî û wiha got: “Dê jin heta dawiyê li dijî vê pergalê têbikoşin û bi ser kevin.”

MÛŞ

Li Mûşê jî hevdîtina jinan hate lidarxistin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankartên "Jiyana azad bi jinên azad pêkan e" û "Ez li ber xwe didim, gel li ber xwe dide” hildan. Qeyda deng a ku girtiya bi navê Necmiye Boz a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Elezîzê ji bo 8'ê Adarê şandibû, hat guhdarkirin. Jinan li klîba strana "Keziyên Sor" temaşe kirin. Çalakî bi govend û tîlîliyan bi dawî bû.

BEDLÎS

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Hejmareke mezin ji jinan beşdarî şahiyê bûn. Li salona ku bi alên DEM Partiyê hat xemilandin gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Jinên ku bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyê bûn, demek dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin.