Li Serêkaniyê jinek ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jina ciwan a bi navê Nûrbarî Mihrîcan ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jina ciwan a bi navê Nûrbarî Mihrîcan ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Jineke ciwan a bi navê Nûrbarî Mîhrîcan (19) a ku li taxa Cûmhûryet a Serêkaniyê dijiya, ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Jina ku li mala xaltika xwe ya li Taxa 15’ê Temmûzê dijiya di saetên nîva şevê de ji aliyê birayê xwe Salîh Mîhrîcan (29) ve hate kêrkirin ku bibirîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Nûrbarî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.