Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwekuştina jinan zêde dibe

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê van 3 rojên dawî gelek jinan xwe kuşt. Ji Nîsanê ve bi dehan jinî xwe kuşt.

Ji 4’ê Hezîranê ve li 1 jê li eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê, yek lê jê li Rojhilatê Kurdistanê Sinê û yek jê li Ilamê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 jinan xwe kuşt.

Naşîmel Huseynî 5’ê Hezîranê li Sinê li nexweşxanê bi heban xwe kuşt, 4’ê Hezîranê Arezû Rahmanî li Ilamê bedena xwe da ber êgir û xwe kuşt.

Her wiha li 6’ê Hezîranê li eyaleta Rojhilatê Azerbayacanê xwe ji pirê avêt û xwe kuşt.

Li Rojhilata Navîn yek welatê ku jin lê pir xwe dikujin Îran e. Li gorî jêderên muxalîf Nîsan û Gulanê bi kêmanî 21 jinî xwe kuşt. Tê gotin hijmara rastî hê zêdetir e.

31’ê Gulanê li Merîvanê ya Rojhilatê Kurdistanê du jinên ciwan xwe kuştibûn. Ameneh Saîdî a 30 salî û Ferîde Saîdî ya 35 salî ji ber bêkarî û hejariyê firoşkariya seyar dikirin.

Zextên siyasî, civakî, dînî, rêz û rêçik, bêkarî, rewşa aborî, newekheviyên civakî, bêdadî, polîtîkayên dijî azadiyê, zewicandina bi darê zorê mîna sedemên sereke yên xwekuştinê têne dîtin.