Li Rojava firina destpêkê ya jinan 'Adar'
Perspektîfa 'aborî karê jinê ye' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rojavayê Kurdistanê dikeve meriyetê. Jinên Rojavayî bi rengekî rêxistinbûyî, her roj hê bêhtir di nava karên aboriyê de cih digirin.
Perspektîfa 'aborî karê jinê ye' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rojavayê Kurdistanê dikeve meriyetê. Jinên Rojavayî bi rengekî rêxistinbûyî, her roj hê bêhtir di nava karên aboriyê de cih digirin.
Yek ji gavên nû yên di vî warî de tên avêtin Firina Nan a Adar e. Ev firin, yekem firin e li Rojava ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, tê bikaranîn û hilberîn bi temamî bi destê jinan tê kirin. Bi desteka Komîteya Aboriya Jinê ya TEV-DEM'ê, 6 jina xwe bi rengê kooperatîfê bi rêxistin kirin û ev firin di Nîsana 2016'an de xistin meriyetê. Nanê li vir bi awayekî komunal tên lêxistin û hatineyên ji vir jî bi hevparî tê parvekirin. Ji vê hilberîna jinan, civak gelekî razî ye.
Firina Nan a Adar, li kolaneke nêzî sûka Dêrikê hatiye avakirin û bi temamî ji aliyê jinan ve tê xebitandin. Dema em dikevin hundirê firnê, rewşa xwezayî, kêfxweşî û germahiya mirovan derdikeve pêşiya mirovan. Ji aliyekî ve karên xwe didomînin, li aliyê din jî bi me re diyalogê dikin. Jin dibêjin, ew kêfxweş in ku nûçeya karê wan çêdikin, ji ber ku bi karê xwe serbilind in û dixwazin bibin mînak ji jinên din re.
Di vê navberê de muşteriyên firnê jî kêm nabe. Nanê li vir bi rengekî komunal ê amadekirin, li gorû buhayê li sûkê, bi buhayekî kêmtir tê firotin. Her wiha ji bo mirovên ji aliyê aborî ve derfetên wan nîne, nan bêpere tê dayîn.
Li Firina Adar, rojê 3 kîs ard dibin nan. Her wiha nanê sêlê jî li vir tê lêxistin. Jin danê sibehê saet di 04:00 de dest bi kar dikin û heta saet 14:00 nan lê dixin. Jin qala vê hilberîna xwe dikin:
NAHÎDE HESEN: Em 6 jin li hev civiyan û me ev firin ava kir. Hevaleke me li firinê naxebite, lê em 5 jin li vê derê bi hev re dixebitin. Jina berê ev kar nedikirin. Lê belê şoreşê çavên me vekir. Rêber Apo derfet da me. Em gelekî kêfxweş in ku niha vî karî dikin. Berê zilaman nedihiştin ku em vî karî bikin. Lê niha ev bûye karekî ji rêzê ji bo me.
DILBER MÛHAMMED: Li Rojavayê Kurdistanê cara yekê ye jinan firin vekirine û dixebitînin. Jinan berê karê nan û hevîr li mala xwe dikirin. Lê belê weke karekî nû, li Dêrikê ev firin hat vekirin û me li vir dest bi kar kir. Em ji karê xwe hez dikin. Civak ji vî karê me kêfxweş e. Nanê me cuda ye, kes nikare bi vî rengî çêbike. Em di heman demê de nanê sêlê jî lê dixin. Dema me ewilî dest bi vî karî kir, hatineya jê kêm bû. Lê niha bi hatineyên ji vir bi destê me dikevin, em zarokên xwe xwedî dikin.
Dema malbata min şehîd da, ez ji nava sînorê malbatê derketim. Lê min ti ji karê aborî nekir. Piştî ku yekîneya aboriya jinê ava bû, hevala Canê ya ji kooperatîfan berirsyar ji min re got, 'Em ê firneke jinan ava bikin û wê jin li wir bixebitin'. Dema qala vê kir û ji min xwest, li vê firnê bixebitim, ez hinekî dudil bûm. Ji ber ku karê firnê zehmet bû, di nava civaka me de jin li firnê nedixebitîn. Min îtiraz kir, lê wê qebûl nekir. Got 'Ez ji te piştrast im, tu yê vî karî bike' û moral da min. Lê bi rastî jî weke hevalên li vir dixebitin, têkiliyên navbera me gelekî baş derbas bû û karê me jî serketî ye.
MEDÎNE MÛHAMMED: Ji bo pêşketina jinan min li vê derê dest bi kar kir. Naxwe ez di emrê xwe de nexebitîbûm. Dema me dest bi vê firnê kir malbatê got, 'Nekeve vî karî, ti bi ser nakeve'. Min jî jê re got, 'na, ez ê bi ser bikevin' û min bi vî rengî dest pê kir. Niha hevserê min destekê dide min. Danê sibehê saet di sê û nîv-çaran de bi wesayîta xwe min tîne vê derê.
RAHÎME YÛSÛF: Em bi karê xwe serbilind in. Karê aboriyê karê jinê ye. Em bi hev re dixebitin, henekan bi hev dikin û dikenin. Em biwestin jî dîsa dilrehet in, kêfxweş in.
LEYLA MÎRO: Ji roja min dest bi vî karî kir û vir ve gelek tişt di jiyana min de guherîn. Niha hem ez hem jî malbata min, kêfxweş in. Alîkariyê li aboriya zarokên xwe jî dikim. Em dixwazin jin tevlî hemû karan bibin. Ji bilî vî karî jî gelek kar hene. Gelek karên ji destê jinan bên, hene. Lazim e jin dest bi kar bikin û êdî ne hewcedarê mêr bin. Her wiha divê zarokên xwe jî hewcedar nekin. Berê em bê pere diman û me deyn dikir. Lê niha em bi qezenca xwe, pêdiviyên xwe tedarik dikin û zarokên xwe xwedî dikin. Em ji karê xwe serbilind in. Wekî din, em jinên li vir dixebitin gelekî hez ji hev dikin. Bi hev re distirên, henekan dikin û dixebitin.
Çend ji muşteriyên Firina Nan a Adar jî li ser vê firnê axivîn:
HABÎB SÎRÎNGET: Em gelekî ji vê firinê razî ne. Ji sûkê tên û nanê xwe li vir dikirin. Hevîrê wan jî, nanê wan jî gelekî xweş e. Karê nan hunerek e. Zilam nikarin baş hevîr bistirên. Hevîr xweş nastirên. Ji firinên zilaman xweştir nan çêdikin. Ez bi xwe jî nan lêdixim.
DILDA ÇAÇAN: Nanê wan xweş e. Em gelekî kêfxweş in ku jinên Kurd îro bi hev re di aboriyê de cih digirin û hildiberînin.