Li Rihayê 8'ê Adarê: Destkeftiyên jinan li qadan tên bidestxistin

Jinên ku bi pêşengiya endamên Platforma Jinan a Rihayê daketin qadan, peyama “Destkeftiyên jinan li qadan tên bidestxistin” dan.

Platforma Jinan a Rihayê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Tevî pêkhateyên platformê, Namzeta Hevserokatiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Gulşen Ozer û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî şer, tundî û xizaniyê aştiyê, jiyana xwe û mafên xwe diparêzin” hate vekirin û lolîpopên ku li ser “Ji qirkirina jinan re na”, “Cînayetên jinan polîtîk in” dinivîsand hatin hilgirtin.

Hevseroka Şaxê Rihayê ya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Ozlem Ulutaş, da xuyakirin ku destkeftiyên jinan ne bi hilbijartinê, bi têkoşînê li qadan tên bidest xistin. Ozlem Ulutaş, diyar kir ku di cîhanê de Tirkiye yek ji wan welatan e ku rêjeya zewaca bi zorê ya zarokan lê zêde ye û wiha got, "Li Tirkiyeyê hejmara jinên ku di bin 19 salî de zarok tînin, tundiya li dijî jinan, tevî biryara parastinê kuştinên jinan, di qadên civakî û aborî de newekheviya jin-mêr zêde ye.”

Ozlem Ulutaş got, "Ji Rojava heta Filîstînê, ji Efganîstanê heta Îranê em ê bi zêdekirina deng, gotin û çalakiyên jinan re vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin" û destnîşan kir ku ew ê li dijî her şêwe cihêkarî û tundiyê dengê xwe bilind bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşma "Jin-jiyan-azadî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.