Li Qamişloyê civîna "Bi jina azad avakirina civaka demokratîk'

Jinên ji sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo xurtkirina rêxistinbûna xwe ya hevpar li Qamişloyê li hev civiyan.

Civîn bi dirûşma "Bi jina azad em ê civakeke demokratîk û azad ava bikin", li salona Zana ya bajarê Qamişloyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Suryan, Ermen, Tirkmen, Ereb û Çerkez di civînê de amade ne. 

Rêveberiya jinan a Tebqa, Reqa, Dêra Zorê, Minbicê û sazî, rêxistinên jinan ên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên jinan ên serbixwe tevlî civînê bûn.

Tê payin ku di civînê de li ser avakirina sîwaneke hevpar a jinan nîqaş bê kirin ku jin bi rengekî hevpar karibin karê xwe hîn bi xurtî bimeşînin.

Civîn bi axaftina beşdaran didome.