BI DÎMEN

Li Qamişloyê çand û huner bi destê jinan dixemile

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo jinan kargeha dirûtin û karên destan a bi navê Lîlîtê vekir. Çand û hunera herêmê bi destê jinên li kargehê dixebitin dixemile û çanda sedan salan tê domandin.

Dema ku mirov çandê meraq dike an jî pirs bike divê ji bingeha wê ya dîrokî bigire dest. Di her demê de mirov dibîne yê ku di asta yekê de çandê di taybetmendiyên xwe de dihewîne jin e. Ya ku çandê daye berdewam kirin jin e û ya ku heta roja îro di nifşên nû de çanda bi exlaq û mirovî diçîne jî jin e. Ji ber vê ji sed salan û heta roja îro a ku çanda exlaqî û civakî diparêze û pêş dixe jin e. Mirov dibîne çand bi dest û pêşengtiya jinê pêş ketiye û wekî bingeha civakîbûnê heta roja me ya îro berdewam dike.

Li Rojavayê Kurdistanê jî jinê tesbîta vê yekê kir û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li dîrokê xist. Jin di pêşxistin û belavkirina çanda Kurdî de roleke mezin dilîze. Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo parastin, pêşxistin û berfirehkirina çandê li Qamişloyê ji bo jinan kargeha Lîlîtê vekir. Ji bo naskirina xebatên di kargeha Lîlît de tê kirin û armanca avakirina kargehê, Rêvebera Kargeha Lîlîtê ya beşa dirûntinê Nûrhan Fethî Ebdullah ji ANF'ê re axivî. Nûrhan Fethî anî ziman ku 7 sal in kargeha Lîlîtê hatiye avakirin û got: “Despêkê me li bajarê Amûdê ava kir û niha jî li bajarê Qamişlo berdewam dikin. Di kargehê de nêzî 10 jin dixebitin. Li kargehê hem beşa dirûnê hem jî beşa karê destan tê kirin û li vir kofî, kemer, şohî û her amûrên din ên ji bo cilên Kurdî tên çêkirin.”

DERFETA XEBATÊ JINAN RE HATIYE AFIRANDIN

Nûrhan Fethî Ebdullah der barê armanca kargehê de wiha got: “Armanca me ji vekirina vê kargehê ji bo parastina çanda me bû. Di kargehê de xebata me ya herî zêde cilên Kurdî û pêdiviyên ji bo xemilandina cilên Kurdî ye. Jinên ku di karê dirûtin û karên destan de pêşketî û asta wan bilind e lê li mal bûn, ji bo wan ev kargeh hate vekirin. Jin tên li vir û karê xwe didomînin.”
 
CILÊN HEMÛ PÊKHATEYAN LI KARGEHEÊ DIXEMILIN

Di dewama axaftina xwe de Nûrhan Fethî Ebdullah anî ziman ku di kargehê de herî zêde ji bo komên çandî yên ku di şahiyan de cih digirin cilan çêdikin û wiha domand, “Em herî zêde cilên filklorî yên ji bo komên govend, muzîkê û komên çandî yên ku di şahî û çalakiyan de cih digirin çêdikin. Cilên ku tên çêkirin ne tenê ya çanda Kurdan e, hemû çanda pêkhateyên di herêmê de di nav xwe de digire û tên çêkirin.”

Nûrhan Fethî Abdullah di dawiya axaftina xwe de got ku gelek caran di kargeha Lîlîtê dewreyên fêrkirinê jî ji bo jinên ciwan tên vekirin.