Li Parîsê peyama ‘bêdengiya we hevkariya we ye’ hat dayîn
Li Parîsê peyama ‘bêdengiya we hevkariya we ye’ hat dayîn
Li Parîsê peyama ‘bêdengiya we hevkariya we ye’ hat dayîn
Li Parîsê, di çalakiya ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê de peyama 'bêdengiya we ji hevkariya we tê' hat dayîn.
Bi armanca aşkerakirina kujerên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li Parîsê çalakiya "bêdengiya we hevkariya we ye" hat lidarxistin.
Kurdistaniyên xwestin komkujiya li Parîsê bê ronîkirin bi awayekî sembolî sê darbest hilgirtin. Çalakiya bi piştgiriya SKB ji ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir.
Di meşê de timî dirûşmên "Em hemû Leyla ne, em hemû Sakîne ne, em hemû Fîdan in" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser kêmasiya rayedarên Fransayê yên di warê ronîkirina komkujiyê de. Çalakî li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dawî bû.
Li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyekê rêz hat girtin û dûre axaftinek li ser bûyerê û daxwaza ronîkirina komkujiyê hat kirin.
Di çalakiyê de axaftvana li ser navê SKB'ê got, "Em kengî li edaletê digerin, tên kuştin. Em li dijî vê têdikoşin." Hat ragihandin ku heta berpirsyarên komkujiyê bên ronîkirin, ewê çalakiya xwe dewam bikin.