Li Parîsê ji bo Yuksekdag çalakî
Li paytexta Fransa Parîsê Hewldana Meclîsa Jinan a HDK-Fransayê di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de bi daxwaza edalet û azadiyê çalakiyek li dar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê Hewldana Meclîsa Jinan a HDK-Fransayê di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de bi daxwaza edalet û azadiyê çalakiyek li dar xistin.
Endamên Hewldana Meclîsa Jinan a HDK-Fransayê li pêşiya parlementoya Fransayê pankarta “Me hilbijart, em ê biparêzin” û dovîzên “Azadî ji kesên ku hatiye hilbijartin re” bal kişandin ser dîktatoriya AKP û Erdogan ya ku parlementerên HDP’ê digire.
Di çalakiyê belavokên li ser rewşa parlementerên girtî hatin belavkirin, bang hate kirin ku bila parlementerên Fransa û senatorên wê li hemberî dîktatoriya Erdogan bêdeng nemînin û delegasyonên çavdêr bişînin dozên parlementerên HDP’ê.
Çalakî li pêşiya Parlementoya Fransayê bi qasî 3 saetan domiya û bi sloganên “Erdoganê dîktator” bi dawî bû.