Li Parîsê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd çalakiya edaletê

Li paytexta Fransa Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir.

Li paytexta Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya ji bo her sê jinên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiya ku di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransa de hatî lidarxistin, nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştigrî dan.

Piştî meşê, li pêşiya Buroya Enformasyonê ku 3 jinên şoreşger lê hatibû qetikirin, axaftinên bi zimanê Fransî û Kurdî hatin kirin û di axaftinan de peyama ‘bila di lêgerîna edaletê de gav paşve nayê avêtin’ hat dayîn.

Çalakiya edaletê ji sala 2013’an ku qetlîam hatî kirin û şûnde bênavber didome.