Li Parîsê daxwaza edaletê: Fransa ronî bike
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger dewam dike.
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger dewam dike.
Li paytex Parîs a Fransayê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şayleme ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, dewam dike.
Bi daxwaza ronîkirinê û li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa weke her Çarşemê îro jî, ji bo 3 jinên şoreşger edalet hate xwestin.
Di çalakiya ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hate lidarxistin de, endamên SKB’ê jî destek kirin.
Di tevahiya meşê de têkildarî qetlîamê belavokên Fransî hatin xwendin û belavkirin.
Li pêşiya Buroya Enfermasyona Kurdistanê ya li Gara de Nordê deqeyek rêz hate girtin, daxwaz kirin ku bi lezgîn hikûmeta Fransayê hêzên pişt qetlîamê ronî bikin.