Li Parîsê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’
Li Parîsê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’
Li Parîsê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’
Li Parîsê ji bo ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya “em edaletê dixwazin” hate li darxistin.
Çalakiya ku ji bo qatilên Cansiz, Fidan û Şaylemez hate kirin, zêdetirî 100 Kurdistanî tevlî bûn. Danezanên ku jiyan û komkujiya sê jinên şoreşger ên Kurd vedibêje hefteya borî bibalonan ve hatin kirin, vê hefteyê jî zerfên navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nivîsandî li gel gulan li esnafên jin bilav kirin.
Kurdistaniyên ku ji Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê birê ketin, hatin ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya komkujî lê rûdayî. Vê hefteyê li ser navê meşvanan berdevka Komîsyona Jinan ya Villier le Bel Bîlmez Dîlek axivî.
Dîlekê helwesta hikumeta Fransayê ya li hemberî komkujiyê rexne kir û got, ketina mala dadgerê dozê û laptopa wî birin tam bêcidiyeteke. Dîle bibîrxist ku, di derbarê vê de jî çi pêşketin tune ne û got: “Em jin vê helwesta hikumeta Fransa ya didome şermezar dikîn. Em dibêjîn; eger hûn nexwazin jî em dê komkujiyê ronî bikin. Heta ku hêzên pişt perdeyê diyar dibin em dê çalakiyên xwe bidomînîn.”