Li Parîsê çalakiya “em edaletê dixwazin”

Li Parîsê çalakiya “em edaletê dixwazin”

Kurdên li Parîsê dijîn, di 224. roja komkujiya Parîsê de daxwaza xwe ya "edaletê" careke din anîn ziman.

Li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez tê de hatin qetilkirin, çalakiya "Em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.

Ligel pankarta ku li ser “224 roj in em hîn kujeran dipirsin, wan derxin holê” girseyê posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez jî hilgirtin. 

Meşê saet di 14:00'an de li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir û zêdeyî 150 Kurdistanî amade bûn. Girseya ku piraniya wê ji jinan pêk dihat, bi slogana “Em edaletê dixwazin” dest bi meşê kir. 

Di çalakiyê de bi zimanê Fransî der barê mijarê de belavok hatin belavkirin. Meş li pêşiya Buroya  Enformasyonê ya Kurdistanê bi sloganan bi dawî bû. Li vir di çalakiya rûniştinê ya 5 deqiqeyan de ku li ser navê jinên herêma Creil axaftineke kurt hat kirin. Di axaftinê de hat xwestin ku komkujî bê zelalkirin. Çalakî bi dirûşma "Em edaletê dixwazin" bi dawî bû.