Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger dewam dike.
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger dewam dike.
Li paytexta Fransayê Parîsê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, dewam dike.
Bi daxwaza ronîkirinê û li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa weke her Çarşemê îro jî, ji bo 3 jinên şoreşger edalet hate xwestin.
Endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst li pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gara de Nordê li hev civiyan, deqeyek rêz girtin, kulîlk danîn ber buroyê.
Ji Fransayê hat xwestin ku ev qetlîam bê ronîkirin, her wiha wê her hefte çalakî bidomin.