Li Parîsê çalakiya ‘edalet û ronahiyê’
Kurdistanî û endamên SKB’ê yên daraza Fransa ya li hember qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez bêdengiya didomîne şermezar kirin, li Parîsê careke din daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin.
Kurdistanî û endamên SKB’ê yên daraza Fransa ya li hember qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez bêdengiya didomîne şermezar kirin, li Parîsê careke din daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin.
Kurdistanî û endamên SKB’ê yên daraza Fransa ya li hember qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez bêdengiya xwe didomîne şermezar kirin, li Parîsê careke din daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin.
Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst (SKB), li ber lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn û bi dirûşman ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiyan. Di meşê de bi daxwaza ronîkirina komkujiyê belavok hatin belavkirin.
Girse dema gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan, di şexsê her sê jinên şehîd de ji bo tevayî şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê dayika Çaçane endama Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Drancy xitabî girseyê kir.
Dayik Çaçane got, “Em li pey nirxên têkoşîn, şehîdên xwe, li pey rûmeta gelê Kurd in… Heta ev doz bê ronîkrin em ê di nav çalakiyan de bin. Xwedîderketina li vê çalakiyê û dewamkirina wê helwesta me ya li hember kesên me qetil dikin.Qatil û yên kirine aşkera ne. Fransa hê li benda çi ye?”
Çalakî bi dirûşma, “Em edaletê dixwazin”, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne” bi dawî bû.