Li Parîsê çalakiya 25’ê Mijdarê: Em rê nadin tundî, destavêtinê!
Jinên li Paytext Parîsê dijîn bi boneya 25’ê Mijdarê meş û mîtîngek li dar xistin.
Jinên li Paytext Parîsê dijîn bi boneya 25’ê Mijdarê meş û mîtîngek li dar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê meş û mîtîng û hat lidarxistin.
Di meşê de ku li Qada Bastîlle hat lidarxistin, Tevgera Jina Kurd a Ewropa, Yekgirtina Jinên Sosyalîst, Tevgera Jina Demokratîk a Ewropa, parêzvanên mafên jinan a Fransî û saziyên femînîst ên Fransî amade bûn. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî” berz kirin.
Dema jin gihiştin Qada Republique jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mitîngê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin; “Em ê li dijî zihniyetê paşverû yê ku hewl dide destavêtine bike çandek têkoşîna xwe mezin bikin. Em rê nadin destavêtin û tundiyê!”
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.