Li Parîs û Dusseldorfê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li Parîs û Dusseldorfê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Qetilkirina jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytextê Fransa Parîsê hatin şermezar kirin. Di çalakiya ku 260 roj ser re derbazbûn de jinên Kurd daxwaza xwe ya “Em edaletê dixwazin” careke din anî ziman. Li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê jinan bi heman daxwazê li ber konsolosa Fransayê çalakî pêkanî.

Meşa protestoyî ya li ber Akademiya Hunerê ya Kurdistanê a li Parîsê destpê kir, girseyeke piranî jin û zarok tevlîbûn. Jinên ku heya ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya komkujiya 9’ê Çileyê lê pêkhat meşiyan û jinan posterên 3 jinên şoreşger hilgirtin.

Jinên ku bipankartên “Bêdengiya we ji hevkariya we ye?”, “Bila kiryar bêne dîtin” meşiyan, dema gihan ber Buroya Enformasyona Kurdistanê deqîqeyekê rêzgirtin. Li ser navê Komîsyona Jinên banlyona Villers les bel Dîle Bîlmez axivî û got: “Li rexmî ku ev 8 mehe em her heftî li heman cihê çalakiyê li dardixin hêjan hikumeta Fransayê hêzên li pişt bûyerê aşkera nekirine. Em jî dê weke Dayîkên Şemiyê roja Çarşemê weke roja hesab pirsînê berdewam bikîn.”

Hunermend Sara Zagros strana ku ji bo her sê jinên şoreşger nivîsandî got, zarokan jî qerenfîlên di destê xwe de danîn ber derî û mûm pêxistin. Çalakî bisloganên “Em hemû Sara, Rojbîn û Ronahî ne” bidawî bû.

LI BER KONSOLOSA FRANSA YA LI DUSSELDORFÊ ÇALAKÎ

Çalakiya protestoyî ku her roja Çarşemê li ber konsolosa Fransa ya li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê pêktê, îro bislogana “Bêdengiya we ji hevkariya we ye?” pêkhat. Çalakiya vê hefteyê Kurdên li bajarê Essenê tevlîbûn.

Di çalakiya komkujiya Parîsê hate şermezarkirin de, hate gotin ku “Li rexmî ku li ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger 8 meh zêdetir derbazbûn jî, hikumeta Fransa bêdeng e. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc.”

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku, di van 8 mehan de hêrsa kurdan mezinbûye û hate daxwazkirin ku zûtirîn dem sûcdar û hevkarên sûc bêne aşkera kirin. Çalakiyê bisloganên “Şehîd namirin”, “Êdî bes e”, “Ne em ji bîr dikin û ne jî efo dikîn” bidawî bû.