Li Pakistanê tecawizkar nayên cezakirin, mexdûr têne sûcdarkirin

Li Pakistanê her sala bi hezaran rûdanên tecawizê bêceza dimînin. Li gel helwestê jî testa xamabûnê didome.

Li Pakîstanê jinên ku tecawiz li wan hatî kirin testa xamabûnê li wan tê ferzkirin. 

Tê diyarkirin gelek jinên ku tecawiz li wan hatiye kirin ji bo ku vê testê nekin nikarin gilî bikin. Ji ber ku bi van testan ku gelek caarn ji hêla kesên ne pispor ve têne kirin û bêyî destûra mexdûran tê kirin, pêşî li darizandina tecawizkaran tê girtin.

Li gorî parêzvanên mafê mirovan û parêzerên Pakistanî di wan raporên têkilî zarokên keç de jî ku di testa xamabûnê de tê gotin, ''ji hêla zayendî ve aktîv e''. Ên ku tûşî vê tên, li ber dadgerên ku bi nasnameya muxafazkarî têne zanîn, tên kêmkirin, ji bo ku li sûcdarên rastî fihil bikin vê dikin hincet. Li welêt rêya kesên ku ji dozên tecawizê ceza xwarin 0,3 ji 100'î ye.

Her wiha tê zanîn gelek rûdanên tecawizê ji bo ku gotinên wiha li pey wan neyên kirin ji hêla malbatê ve têne veşartin. Li gel vê dema testê êşka jin dijîn dibe sedema travmayan.

Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar dike, ji Brezilya heta bi welatên Efrîkî testa xamabûnê ya ku li 20 welatan heye ne bi nirxekî zanistî ye û tê maneya binpêkirina mafê mirovan.

Li gorî Sîdra Humayun ku alîkarî dide jinên ku tecawiz li wan hatiye kirin, testa xamabûnê divê weke tecawizê were dîtin. Humayun ku ji AFP'ê re axivî dibêje, gelek jinên ku ew bi wan re axiviye ji ber testan travmayê dijîn.