Li Nisêbînê di 3'ê Çileyê de komkujiya Parîsê tê protestokirin
Li Nisêbînê di 3'ê Çileyê de komkujiya Parîsê tê protestokirin
Li Nisêbînê di 3'ê Çileyê de komkujiya Parîsê tê protestokirin
Komkujiya Parîsê wê li navçeya Mêrdîn Nisêbînê di meşekê were protestokirin.
Di 9'ê Çileyê de qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û ji Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê, wê ji aliyê endamên Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Nisêbînê û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi meşekê bê şermezarkirin.
Ji bo meşa bi şiyara "Komkujiya Parîsê wê li Nisêbînê di serhildana jinan de bifetise" ya 3'ê Çileyê, amadekariyan destpê kirin.
Jinên ku wê li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Nisêbînê bên cem hev, wê heta Navenda Çandê ya Mîtannî bimeşin.
Di çarçoveya amadekariyê meşê de jin li taxan civînan lidar dixin û banga beşdariyê li jinan dikin.