Li nava refên gerîla jineke Tirk

Li nava refên gerîla jineke Tirk

Nûda Ronahî bi çanda Kurdan bandor dibe û tevlî nava refên gerîla dibe. 

Nûda Ronahî ya bi navê Esra Ozkan di sala 1992 an li Hatayê tê dinê. Di malbateke bi çanda xwe ve girêdayî ye mezin dibe. Ronahî heyanî lîse bi dawî dike li Hatay dixwîne û piştî wê diçe Kurdistanê li zanîngeha Alparslan a Mûşê xwendina xwe didomîn e. Ronahî çawa Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinase û bi çi awayî tevlî nava refên gerîla bûye di hevpeyvînekê de bi berferehî anî ziman. Ronahî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê rastiya gelê Kurd nas nedikir û weha dewam kir “ez jî mîna malbata xwe bi rêya Medya û li gorî nêrînên pergalê nêzî gelê Kurd dibûm. Em gelekî bi ziravî ji milê pergalê ve dihatin xapandin. Wexta ku digotin Kurd; talankirin, wehşiyet û xerabkirin dihate bîra me, nêzîkatiyê ji neteweya Kurd dûr bimîn in di mêjiyê me de hatibû çandin.”  

TE ÇIMA XWEST BIÇE KURDISTANÊ BIXWÎN E?

Ronahî bersiva vê pirsê wiha da “dibe ku min ti carî ji derveyî çand û exlaqê malbata xwe tevger nekiriye, lê belê ez kesayeteke anarşîst bûm. Min zûbizû her tişt nedipejirand. Wexta ku min dibihîst hîna hinek gundên Kurdan bê mamost e û bê dibistan in, bala min dikişand. Heta min bihîstibû mamoste ji ber terorparêzan newêrin biçin Kurdistanê mamostatî bikin, ji min re bû mijara mereqê.  Ji xwe hertim jiyana di şert û mercên asan de li xweşiya min nediçû û min her dixwest ez di zor û zehmetiyan de bijîm, lewra min biryar da ku ez biçim xwendina xwe li Kurdistanê bidomîn im. Bavê min ev yek hembêz nekir û got ‘tu biçe Kurdistanê tuyê du salan de bibe terorparêz.’ Mîna bavê min gotî ez du salan de bûm gerîla ne terorparêz.” 

‘HEVALÊN MIN HEMÛ KURDBÛN’

Dema ku Ronahî berê xwe dide Kurdistanê destpêke biyanîbûnekê dijî, lê piştî ku ciwanên Kurd xwe nêzî wê dikin û pêre didin û distînin ew jî fêrî wan dibe. Ronahî di nava axavtinên xwe de da zanîn ku ew bi nêzîkatiyên ciwanên kurd bandor bûye û wiha domand “wexta ez çûme zanîngehê jî bandora axaftinên ji milê pergalê ve li ser kurdan dihate kirin, li min kiribû û ev yek di avakirina têkilî bi ciwanên Kurd re li pêşiya min dibû asteng. Lê ciwanên Kurd mîna qewmê me cûdayî nedixistin navbera Kurd û Tirkan de. Her ku ez diketim nava ciwanên Kurd de wisa jî ez fêrî kevneşop û çanda wan dibûm. Di serî de awazên kurdî bala min kişandin û xîtabetî dilê min dikirin. Bi naskirina çanda Kurdan re min ji xwe pirsî gelo ev qewm çi qasî mafdar e di doza xwe de? Yan jî em gelê Tirk çima ew qasî li ser wan zilmê didin meşandin? Me gelê Kurd nedipejirandin û ew înkar dikirin, lê belê gelê Kurd wisa nêzî gelê Tirk nedibû û cûdayî nedixistin navbera Kurd û Tirkan de, ev exlaqê wan gelekî bandor li min kir. Her ku min rastiya civaka Kurd nasdikir ez ew qasî ji malbata xwe û ji dewleta Tirk aciz dibûm.”

RONAHÎ BI KOMKUJIYA ROBOSKÎ RE TEVLÎ ÇALAKIYAN DIBE 

Ronahî jî mîna gelek mirovan komkujiya Roboskî napejirîne û bi tevlîbûna çalakiyan nerazîbûna xwe tîne ziman. Di meşan de rastî nêzîkatiyên polîsan tê û acizbûna xwe ya li beramberî polîsan wiha tîne ziman “ di sedsala bîstûyekê de komkujiyeke mîna Roboskî li zora min çû û min zilma li ser gelê Kurd dihate meşandin nema tehemulkir. Ez jî bi hevalên xwe yên Kurd re tevlî çalakiyan bûm. Min bi xwe rastiya polîsan dît. Di Medya de dibêjin ciwanên Kurd êrîşî polîsan kirine û polîs neçar mane ku bombê gazê bikarbînin, lê belê ne wisa bû; mafê herkesî heye ku ji bo azadiya xwe û tiştekî ku nepejirîn in bimeş in, yan jî çalakiyên demokratîk lidarbixîn in, lê belê polîsên Tirk vî mafî nadin gelê Kurd û min bi xwe nefretbûna wan li dijî gelê Kurd dît. Bê sedem êrîşî ciwanên Kurd kirin, û wexta li ciwanên Kurd dixistin keyf ji wê lêdanê digirtin. Piştî ku min ev rastî dîtin, min nema xwest ez biçim gel malbata xwe û hemû tiştên dewletê li ber çavê min reş bûn.”  

‘CIWANÊN KURD EZ NEXAPANDIM’

Ronahî der barê daxuyaniyên qaşo “ciwan ji aliyê PKK’ê vê tê xapandin” de nêrînên xwe wiha anî ziman “ di destpêka naskirina min ji ciwanên Kurd re min ev pirs ji xwe dikir; gelo xwe nêzî min dikin ji bo min bixapîn in, lê belê ne wisa bû. Ez bi nirxdayîna wan a mirovan û jiyanê bandor bûm. Ji xwe bi qasî dewleta Tirk mirov dixapîne, kesek mirov naxapîn e û tişta li zora min diçû ez çawa ji milê dewletê ve ewqasî hatime xapandin û mîna wan nêzî gelê Kurd bûm e.”

Her ku Ronahî rastiya dewleta Tirk dibîn e, xwe nêzî Kurdan dike û tevlî hemû pîrozbahiyên wan dibe. Bi roxmî ku polîs agahî didin malbata wê ku ew jî tevlî pîrozbahiyên Kurdan dibe, ew xwe nade paş û di tevlîbûna meşan de hîn zêdetir çalak dibe.

RONAHÎ BÎRYAR DIDE TEVLÎ NAVA REFÊN GERILA BIBE

Ronahî sedema tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla wiha rave kir: “ji bo ez rastiya Rêber APO nas bikim, min gelek dahûrandin û parêznameyên Rêber APO xwendin. Nirxandinên wî ji bo pergala kapîtalîst gelekî li xweşiya min çûn. Bi taybet nêzîkatiyên Rêbertî ji jin re gelekî bala min kişand. Bi qasî Rêbertî nirx dide jin û hêz tê de dibîn e, em ne wisa ne. Ji bo ez bibim jineke xurt diviyabû min têkoşîneke xurtir dabane meşandin, ji ber vê yekê min berê xwe da çiyan. Piştî ku ez tevlî nava refên gerîla bûm ez rojekê jî poşmantî ne jiyam, berevajî wê pêwîstbû min hîn zûtir berê xwe dabane çiyan û berî sala 2013 an tevlî nava refên gerîla bûbame, ji ber gerîla tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn nakin, di terzê jiyana wan de, di têkiliyên wan de û di nêzîkatiyên wan ji neteweyên dîtir re diyardibe ku ew ji bo giştî mirovahiyê li çiyan têkoşîn dikin.” 

PIŞTÎ KU RONAHÎ PERWERDEYA XWE DIBÎNE DERBASÎ PIRATÎKÊ DIBE 

Perwerdeya Ronahî ya şervantiya nû bi çi awayî derbas bûye wiha bi lêvkir “dema ku min cilên gerîla li xwe kirin kêlêcanekê ku min ti carî hîsnekiriye, min jiya. Bi rakirina çekê re min hêzekî veşartî di kesayeta xwe de hîs kir. Di milê ziman de min zorî nekişand ji ber hemû hevalan zimanê Tirkî fêm dikirin. Bi hevdı re kurdî daxivîn, lê belê bi min re tirkî diaxivîn, wexta min ev dilnizimiya hevalan dît, êdî min xwe fêrî zimanê kurdî kir. Hemû heval bi min re bûne alîkar ji bo ez fêrî jiyanê bibim. Ez zû fêrbûm û bi taybet rexnekirin û rexnedayîn gelekî li xweşiya min çû. Tu ji çi aciz bibe tu dikare di fermiyetê de bîne ziman. Bi roxmî ku heval gelekî hevdu rexnedikin, lê belê ti carî ji hevdu aciz nabin.”

Berî ku Ronahî gotinên xwe bi dawî bike, bangî hemû gelê Tirk kir ku rast nêzî gelê Kurd bibe û wiha pê ve çû “ ez bangî malbata xwe û hemû gelê Tirk dikim ku mîna mirovan nêzî gelê Kurd bibin, rastiya wan nasbikin û mîna berê nêzî wan nebin. Bila êdî mêjî û dilê xwe ji şerê taybet ê dewleta Tirk re venekin. Hemû tiştên ku ji bo gelê Kurd û ji bo gerîla dibêjin neraste û wan dixapîn e. Ez bi xwe jî niha gerila me û rojekê min nêzîkatiyekî wan ê xerab li beramberî xwe nedît.”