BI DÎMEN

Li nav gerîla keçeke Tirkmen

Sara Firat ku piştî beşa felsefeyê qedandî berê xwe da çiyayan, bang li hemû kesên ku rastî li rejîma çewisîner a AKP'ê tên, xwe tevlî nav refên gerîla bikin.

Gerîla Sara Firat ji aliyê diya xwe ve Tirkmen e. Li Rihayê ku xwedî reng û çandên cihê ye sala 1989'an tê dinê. Lê  li gel ku ev bajar xwedî mozaîkeke çandê ye tim bi yek rengî bi pêş diket, dibe sedem ku Sara bikeve nav lêgerînan û jiyanê rapirse. Li dijî hewldanên AKP'ê yên bi mebesta ku hemû civakê bixe bin zextê de, ji bo têkoşîna çalak berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

'NAVÊ SARA BANDOREKE MEZIN LI MIN KIR'

Gerîla Sara Firat dema ku tevlî nav refên gerîla bû sedema ku navê Sara li xwe kiriye wiha dibêje: ''Sara ji bo min wateyeke pir mezin bû. Ango rihê berxwedêr ê hevrê Sara, şêwaza wê ya şer û berxwedana wê ya di têkoşîna azadiya jinê de bandoreke mezin li min kir. Gotina Rêbertî, ''Têkoşîna Sara têkoşîna azadiya jinê ye'' bû sedemeke mezin ku ez navê Sara li xwe bikim.''

'POLÎTÎKAYA TC'Ê YA YEKRENG LI RIHAYÊ JÎ XUYA DIKIR'

Sara Firat dibêje polîtîkaya yek reng a TC'ê li Rihayê pir berbelav bû û wiha dibêje: ''Gelên ku li Rihayê dijîn di nav yek çand û nasnameyê de li nasname û çandên xwe digeriyan. Ji dîrokê ve hewl dihate dayin ku rasteqiniya gel were çewisandin. Ev rasteqîniya gel jî car caran di encama zextên dewletê de hewl dide ku xwe di nav yek nasname û çandê de vebêje. Ango bi polîtîkayeke yekreng tê perwerdekirin. Çima? Ji ber ku tu li dijî yekrengiyê derkevî tu yê zextke giran bibînî, zilmê bibînî. Belkî weke gelek mirovên ku dijîn tu yê komkujiyan bijî.''

Sara Firat dibêje di encama van de ew ketiye lêgerîna nasname û jiyaneke nû û wiha didomîne: ''Bi rengekî xwezayî di nav malbatê de dest bi lêgerîna nasname û jiyaneke nû dikî. Dema ku dest bi lêgerîna nasnameyekê dikî jî dipirsî bê ka tu kî yî. Li her deverê tê gotin ku tu aidî yek miletî yî lê di rastiyê de mozaîka gelan heye. Ji gelên cihê zemînek heye û ev bi zelalî derdikeve holê.''

'EZ DI RÊYA DENÎZ GEZMÎŞ DE BÛM'

Sara di serdema lîseyê de giyanê berxwedêr ê Denîz Gezmîş nas dike, diyar dike ku ev nasîn, di encama lêgerîn û nakokiyan de derdikeve holê û wiha didomîne: ''Wê demê li hêlekê sîsteme zextê ya dewletê heye û li hêla dî jî vegotina berxwedanên şoreşê yên salên 80 û 90'î. Helbet ev hemû weke ku min gotî di encama lêgerîn, nakokiyan de derdikevin holê. Dema ku ez li lîsê bûm min jiyan pir dida ber pirsan. Min digot di rastiyê de ez kî me, dema ku ez mezin bibim ez dixwazim bibim çi? Dema ku ez mezin bûm ez ê welat û malbateke ku bikaribim di nav de şad bibim bibînim? Ez ê bi mirovên derdorê re bikaribim bi rengekî wekhev bijîm? Ango dema ku diyardeyên sincî giraniya xwe datanîn lêpirsîn kûrtir dibûn.''

'DEMA KU MIN BEŞA FELSFEYÊ QEDAND LÊPIRSÎN KÛRTIR BÛN'

Sara Firat li Zanîngeha Muglayê beşa Felsefeê dixwîne, ji ber sedema beşa wê pirsên wê kûrtir dibin û dibêje, wê dest bi xwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û piştî demekê bi hevalên xwe yên welatparêz re maye, bi domdarî wiha dibêje: ''Helbet di vê navbeynê de min partî zêdetir nas kir. Min rastiya partiyê ji nêztir ve nas kir û fêhm kir. Ji ber ku êdî ez bi hevalan re dijiyam.''

'PIŞTÎ KU MIN RÊBERTÎ NAS KIR DAXWAZA YEKBÛNA BI ÇIYÊ RE ÇÊBÛ'

Firat diyar dike ku piştî wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye bêrîkirina wê ya li çiyayan zêdetir bûye û wiha dibêje: ''Êdî ez ji rewşa sempatîzanbûnê derketim û bi fermî min dest bi xebatan kir. Dema ku tevlî nav xebatan bûm daxwaza min a derketina çiyê çêbû. Piştî ku min Rêbertî xwend min çiya nas kir.''

'LI DIJÎ REJÎMA AKP'Ê BER BI ÇIYÊ VE'

Firat dibêje jiyana çiyê ji lêgerînên wê re bûye bersiv, jiyana bi xwezayê re tê wateya yekbûna bi xwe re û wiha dibêje: '' Şêwaza jiyanê ya li vê derê êdî bersiva lêgerînên min bû. Lêgerînên min hêdîka ji xwe re bersiv dîtin. Lê bi rastî jî li çiyê mirov xwezayê baştir nas dike. Jiyana bi xwezayê re tê wateya naskirina zindiyan, dema ku mirov zindiyan jî nas dike mirov pê re dibe yek. Dema ku mirov bi xwe re dibe yek, felsefeya partiyê, ku îro em jê re dibêjin, ''jiyana bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê' û mirov ê paradîgmayê li ser bingehê rast li mêjiyê xwe dide rûniştandin. Ez jî li ser vê bingehê xwe tevlê dikim û li gorî daxwazên pêvajoyê xebatan didomînim. Û ez bang li wan hemû kesan dikim ku rastî li zexta rejîma AKP'ê tên, bila berê xwe bidin refên çiyayan.''