Li Mûşê jineke 72 salî hat qetilkirin

Li Mûşê jina bi navê H.G. ji aliyê mêrê bi navê K.G. yê ku pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin jina bi navê H.G. (72) ku li Taxa Hurriyet a Mûşê dima, ji hêla  mêrê pê re hatibû zewicandin ê bi navê K.G. (92) ve bi çekê hate qetilkirin.

Piştî bihîstina dengê çekê, cîranên wan agahî dan hêzên ewlekariyê û polîs û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Dema polîs û xebatkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê jî dîtin ku H.G. hatiye qetilkirin. Cenazeyê H.G. ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

 Li hêla din nehat zanîn bê ka K.G. hatiye girtin an na û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

DI 5 MEHÊN EWIL DE HERÎ KÊM 132 JIN HATIN QETILKIRIN

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Gulanê de 35 jin hatin qetilkirin, 16 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Di meha Nîsanê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên platformê di 5 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 132 jin hatine qetilkirin.