Li Munchen û Amsterdarm çalakiyên ‘edaletê’

Çalakiyên ‘edalet û ronahiyê’ yên bi daxwaza ku kujerên her sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, derkevin holê, destpê kirine didomin.

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê û Amsterdam a Hollandayê çalakiyên edaletê pêk hatin.

Çalakiyên ‘edalet û ronahiyê’ yên bi daxwaza ku kujerên her sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, derkevin holê, destpê kirin didome. 

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê ji bo kujerên Cansiz, Dogan û Şaylemez bên dîtin her Çarşem çalakî pêk tê û duh jî li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakiya ‘bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat.  Di çalakiyê de hat diyarkirin ku tevî ku di belgeyan de hatiye îspatkirin têkiliya kujer Omer Guney bi Tirkiyeyê re heye jî, di lêpirsînê de ti gav tine. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez û belavokên Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî ji aliyê YXK Munchen û Kurdistaniyan ve hat organîzekirin û hat gotin ku heta kujer neyên dîtin wê çalakiya wan bidomin.  Komîsyona Hilbijartinê ya Însiyatîfa Jinên Kurd a Sara a Munîhê bang kir ku  îro saet di navbera 13:00-18:00’an de li Karlsplatz (Stachus) û sibê li Neughauser Straße 8  saet di navbera 14:30-19:00’an  beşdarî vekirina standa ji bo HDP’ê bibin.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê jî li Beurspleîn çalakiya edaletê pêk hat. Broşurên Îngîlîzî, holldayî hatin belavkirin û hat diyarkirin ku heta kujerên her sê şoreşgerên jin neyên dîtin wê çalakiya wan bidome.

...