Li Misrê êrîşkariya zayendî sûc e

Meclîsa Nûneran a Misrê, sererastkirineke ku êrîşkariya zayendî ya li jinan weke sûc dibîne erê kir.

Li gorî sererastkirina nû, êrîşkariya zayendî (tacîz) ji niha û şûnde wê bi kêmanî bi 5 salan bê cezakirin. Heta niha cezayê bi qasî salek û nîvê dihatin cezakirin.

Hate diyarkirin ku di rewşên hilgirtina çek û êrîşkariya zayendî ya kolektîf de, wê cezayê 7 salan sînorê herî daxistî bê dayîn be.

Li gorî lêkolîneke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve sala 2013’an hate kirin, jin ji sedî 99,3 rastî êrîşkariya zayendî ya bi rengê cuda tên. Ji sala borî û vir ve ev helwest zêdetir bûne.