Li Midyadê protestoya destavêtinê

Li Midyadê protestoya destavêtinê

Aktîvîstên DOKH'ê, destavêtina keça ciwan N.F. ya li Midyadê û xwekuştina wê ya ji ber vê sedemê, şermezar kirin. 

Civata Mêrdînê ya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), revandin û destavêtina keça ciwan N.F. ya li gundê Xanika yê Midyadê, şermezar kir.

Jin bi vê armancê li ber avahiya BDP'ê ya Midyadê li hev kom bûn û ber bi Peykerê Ataturk ve meşiyan. Di meşê de li gel bi sedan jinan, Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Şaredara Licê Fîkriye Aytîn, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Cîgira Şareara Pirsûsê Hulya Demîr, pisporên GABB û gelek aktîvîstên DOKH'ê amade bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Parastina tecawizkaran, hevkariya tecawizê ye" û "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, ji qirkirina jinê re na!" hatin vekirin.

Li ser navê civata DOKH'ê Sosyolog Sadiye Aksoy daxuyanî da û diyar kir ku jineke 20 salî rastî destavêtina destgiriyê wê yê berê Velî Înan û cerdevan Abdulkerîm Îşler hatiye û piştî destavêtinê xwe kuştiye. Aksoy da xuyakirin ku tecawizkarên navên wan diyar in, nehatine girtin û bibîr xist ku beriya çend mehan dîsa li Midyadê kurikekî 14 salî li destavêtina mamosteyê dibistanê Halîl Kûrt hatiye. Aksoy destnîşan kir ku herçend a li destavêtinê rast ê bedena jinê be jî, armanca deshilatdaran bi van rê û rêbazên qirêj şikandina vîn û berxwedana gel û jinên Kurd e. Aksoy di dawiya axaftina xwe de bang kir ku li dijî destavêtin, destdirêjî, narkotîk û fûhûşê têkoşîn were xurtkirin.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû.