Li Midyadê mirina bi goman a jinekê
Li Taxa Akçakaya ya Midyadê hat îdîakirin ku jina bi navê Besiye B. întixar kirye.
Li Taxa Akçakaya ya Midyadê hat îdîakirin ku jina bi navê Besiye B. întixar kirye.
Li Taxa Akçakaya ya li navçeya Midyad a Mêrdînê hate îdîakirin ku jina bi navê Besiye B. (28) întixar kiriye. Besiye ya ku 15 sal bû hevjînbûyî û xwediyê 3 zarokan, tê gotin ku bi tebanceyê întixar kiriye.
Besiye B. a ku ji aliyê xizmên wan ve hate rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê, piştî mûdaxeleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku Besiye B. a ku rewşa wê pir giran bû, piştî ku rakirn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo otopsiyê cenazeyê Besiye B. rakirina Saziya Tiba Edlî ya Amdê, dozger ji bo bûyerê ronî bike lêpirsînekî pir alî daye desptêkirin.