Li Mêrsînê DOKH’ê konê piştgiriya Rojava veda

Li Mêrsînê DOKH’ê konê piştgiriya Rojava veda

Pêkhateyên Mêrsînê yên DOKH'ê di çarçoveya kampanyaya "Gelê me yê Rojava ne bi tenê ye" li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê ya Akdenîz konê piştevaniya gelê Rojava veda.

Pêkhateyên Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) a Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya "Gelê me yê Rojava ne bi tenê ye" li ber avahiya BDP’a Akdenîzê konê piştevaniya bi gelê Rojava re vekir. Ligel endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîz, jinên rêveberên navçe û bajar ên BDP'ê jî tevlî vekirina konê bûn. Pankartên "Herder Rojava herder berxwedan", "Em şoreşa Rojava silav dikin" ku hatin vekirin li ber kon jinan daxuyaniya çapemeniyê da.

Heybet Geçkîn a li ser navê jinan daxuyanî da got ku, ew wek jinên Kurd jinên li Rojava di nav berxwedanê de ne silav dikin û wiha berdewam kir; "Berxwedana wan berxwedana tevayî jinên li Rojava ye. Em wek jinên Kurd û yên li Tirkiyeyê dijîn li Rojava qetilkirina zarokan û mirovan şermezar dikin. Em dê piştgirî û alîkariyê bidin gelê me yê Rojava."

Geçkîn bang li her kesî kir ku, bi gelê Rojava re bikevin nav hewldanan û wiha berdewam kir; "Êdî divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Çi ji destê kê bê bila bike. Ev hewldaneke mirovî û bi rûmet e. Em wek tevayî saziyên jin û kurdan her kesî ji xwe re dibêje ez mirov im, ji bo gelê Rojava pêdiviyên wek şîrê zarokan û hwd. bînin konê ku me vedaye. Em ji vir gelê me yê Rojava silav dikin."

Jinan dirûşmayên "Şoreşa Rojava şoreşa jinan e", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" qîr kirin. Piştî daxuyaniyê jinan pêdiviyên wek şîr û paçê zarokan û hwd. ku ligel xwe anî bûn teslîmî rayedarên konê kirin.