Li Merîwanê keçek ciwan ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin
Li Merîwanê keçek ciwan ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin
Li Merîwanê keçek ciwan ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê gundê Komasî yê girêdayî Merîwanê keçekî ciwan ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
Di derbarê qetilkirina keça ciwan xizmekê wan ê ku nexwest navê xwe aşkera b ike ji ANF’ê re ragihand ku ji ber sedemek tam ne zalal keça ciwan hatiye qetil kirin û wiha got; “Piştî ku, birayê wê xwişka xwe qetil kir, ji me re got ew keç li gel xortekê li mal derdikeve, bi vê bûyerê agadar dibe û çavdêr dike, ev jî wek sedema qetilkirina keça ciwan nîşan da.”
Heman kesî ragand ku, nikare nav û temenê keça ciwan bêje û got: “Heya niha kujer ne xistine bin lêpirsînê de û qet nêzikbûnekî qanûnî li gel ne kirine.”
Hêjayî gotinê ye ta niha jî, salane bi sedan jin li Kurdistanê ji ber sedemên wek namûs û pirsgirêkên civakî ji aliyê kes û karên xwe ve tên qetilkirin û gelek ji serî li riya xwekujiyê didin.