Li Merîwanê jinek 18 salî xwe şewitand

Li Merîwanê jinek 18 salî xwe şewitand

Jinek temenê xwe 18 salî ji ber pirsgirêkên malbatî li Rojhilatê Kurdistan bajarê Merîwanê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine jinek temen 18 salî bi navê Seher Kerîm, li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Merîwanê ji ber pirsgirêkên malbatî agir bi bedena xwe xist,  ji sedî 90’ê laşê wê şewitî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine girtin, Kerîm çend meh berê bêdilî xwe hatiye zewicandin. Hat ragihandin ku jina 18 salî, ji bo cihê bibe çend roj berê hatiye mala dê û bavê xwe û li vê derê agir bi bedena xwe xistiye û jiyana xwe ji dest daye.