Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî: 2 jin hatin girtin

Ji 11 jinên 6’ê Tîrmehê di operasyonên qirkirina siyasî ya li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, 2 jê hatin girtin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî ya 6’ê Tîrmehê de Dayikên Aştiyê jî di nav de 11 kes hatibûn destgîrkirin. Ji van 11 kesan 6 kes piştî îfadeya li emniyetê hatin berddan.

5 Jinên ku îfadeya wan hatin girtin jî sewqî Eliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dayika Aştiyê Hayat Akdaş, Bîlmez Arî, Şervîn Demîr û Ayla Kaya, Atiye Yilmaz ên îfadeya wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

Jinên ku sewqî dadgehê kirin, ji ber hevpeyvîna di dema qedexeya derketina derve ya berxwedana rêveberiya xweser de dane hatine sûcdarkirin. Jinan sûcdariyên li ser wan tên kirin red kirin.

Dadgehê bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtina Ayla Kaya (58) û Atiye Yilmaz (59) da û jinên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.

6 KES WÊ SIBE DERKEVIN BER DADGEHÊ

Li Mêrdînê 6’ê Tîrmehê ji ber lêpirsînên cuda ji 18 kesên hatin destgîrkirin 12 kes piştî karûbarên wan ên li emniyetê hatin berdan, yên din sewqî edliyeyê kirin.