Li Meksîkayê bi hezaran jin li dijî tecawizê daketin qadan

Li Meksîkayê bi hezaran jin ji bo protestokirina tecawizê daketin qadan.

Xwepêşanderan termînaleke polîsan texrîb kirin û piştre qereqoleke polîsan kirin hedef.

Ji ber ku polîs jinan tacîz û tecawiz dike jinan di 12’ê Tebaxê de jî çalakî li dar xistibûn.

Di serê meha Tebaxê de jineke ciwan a 17 salî diyar kiribû ku li bajarê Azcapotzaloyê çar polîsan tecawizê wê kirine.

Di roja dîtir de jî jineke ciwan a 16 salî diyar kiribû ku li muzeyê polîsekî tecawizê wê kiriye. Ji ber ku derbarê polîsên tecawizkar tu lêpirsîn nehate destpêkirin çalakiyên jinan didome.

Jinan bêdengiya li hemberî tecawizê protesto kirin û di çalakiyê de qereqoleke polîsan şewitandin.