BI DÎMEN

Li Londonê Koroya Jinan a Rengîn, ‘100 jin’ derketin ser dikê

Li paytexta Îngilistan Londonê Koroya Jinan a Rengîn bi koroyeke ku ji 100 jinan pêk tê re konsera 8’ê Adarê da.

Li Londonê Koroya Jinan a Rengîn konsereke 8’ê Adarê ya bi heybet da. Koroya Jinan a Rengîn di bin bunyeya Yekîtiya Jinên Sosyalîst de hate avakirin û her sal mezin bû, veguherî koroyeke mezin.

Koroya Jinan a Rengîn konser bi dirûşmeya “ji bo cîhaneke wekhev û azad dik a jinan e” li Domînîon Centre’yê konser lidar xist. Bi sedan kes beşdarî konserê bûn.

Konser bi bîranîna jinên şoreşger ên berxwedêr û têkoşer ên hatine qetilkirin, destpê kir.

Mîmara koroyê û rêvebera hunera giştî Zûhal Yildirim Gok axaftina vekirinê kir û got ku ew bi kelecan in ku wê bi sed jinan re derkevin ser dikê.

Gok wiha got: “Jin ji ber rolên xwe yên civakî tevî hemû kar û zehmetiyan, bi ked, biryardarî û înadeke mezin îro li pêşberî we ne. Ez vê îrade û kedê bi rêzdarî silav dikim. Silav ji jinên ku dikê azad dikin re.”

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Çîçek Otlû ya beşdarî konseyê bûyî, diyar kir ku jin pêşengê hemû şoreşên li dijî faşîzm, newekhevî û bêedaletiyê hatine kirin in.

Çîçek Otlû wiha got: “Silav ji wan jinan re yên ku di kêliya destpêkê ya sedsala 21’an de Şoreşa Rojava, xeta şoreşê ya jinan ava kirin.”

Çîçek Otlû destnîşan kir ku ew wekhevî û azadiyê dixwazin û got: “Em ê ti carî nebin koleyê vê sîstemê.”

Koroya Jinan a Rengîn piştre bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” derket ser dikê û gelek stran gotin.

Ji xeynî koroya jinan, hunermendên mêhvan Djanan Tûran, Çîgdem Aslan, Dîla Vardar, Gulseven Medar, Gul Bahar, Sûna Alan û Zeyno Dûrar jî bi koroyê re derketin ser dikê û stran gotin.

Her wiha koma erbaneyê ya jinan a girêdayî Akademiya Frame Drûm jî tevlî koroyê bû.

Bedriye Avcil li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axivî û got: “Îro roja jinên girtiyên siyasî ne, ku li zîndanan li ber xwe didin û serî li ber faşîzmê natewînin. Ez ji vir car din îradeya jinên ku 8’ê Adarê derketin kolanan û serî li ber faşîzmê netewandin, silav dikim. Em ê li hemû qadan vê faşîst û paşverûtiyê hilweşînin.”

Di konserê de hunermendan û Koroya Jinan a Rengîn strana “Keça Kurda” bi hev re gotin û beşdarên konserê jî govend gerandin.