BI DÎMEN

Li Londonê jinên Kurd 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Jiyan û TekoJIN pêk hatî, bûn diyar kirin ku ew ji bo cîhaneke din têdikoşin.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Meclîsa Jinê ya Jiyan a Londonê û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (TekoJIN) li Navenda Civaka Kurd çalakiyeke girseyî organîze kirin.

Di çalakiyê de ligel jinên Kurd, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Parlamentera berê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û jinên enternasyonalîst amade bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê di şexsê jinên şoreşger Sara û Rojbîn de ên li Parîsê hatin qetilkirin ji bo bîranîna hemû jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Endama Meclîsa Jinan a Jiyan Songul Maraş, bi xwendina daxuyaniya 8'ê Adarê ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) dest bi axaftina xwe kir. Di daxuyaniyê de di şexsê jinên têkoşer Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn û Bîşeng de hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de kedeke mezin dane û di vê oxirê de şehîd bûne, hatin bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ji bo jinan xwedî girîngiyeke stratejîk e û ev tişt hate gotin, "Em wek jin dibêjin; 'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye!' Têkoşîna bi pêşengiya jinê wê dawî li sîstema êşkenceyê ya 25 salan bînin.  Weke TJK-E em 8'ê Adara 2024'an bi pêngava 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin' pêşwazî dikin. Pêngava me di heman demê de wê bibe soza pratîkeke ku em ê her roj sîstema xwe û qadên xwe yên jiyanê ava bikin.”

Piştî axaftina destpêkê hunermend Omam Dawn derket ser dikê, stran û awazên xwe ji bo jinên Rojava û Filîstînê strî.

Piştre jî Parlamentera berê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay axaftinek kir. Kemalbay got, "Em jin ji bo cîhaneke din têdikoşin. Em dixwazin jiyanek din ava bikin. Ev jiyan, jiyaneke li dijî mêtingeriyê ye. Ev jiyan, jiyanek e li dijî îstîsmarê ye, ev jiyan jiyaneke li dijî desthilatdariya mêr, baviksalarî, şîdeta mêr e. Her wiha ev jiyan jiyaneke li dijî sîstema ku keda me û nasnameya me tine dihesibîne ye."

Di çalakiya ku gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bîjî serok Apo" hatin berzkirin de, piştre li ber dahol û zirneyan govend hat gerandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî çalakiyên bûn ku mîna serhildana rengan ava kiribin, stranên berxwedanê bi hev re striyan.

Di çalakiyê de Rama Alcoulabî û Marîo Chrîstofî bi hev re derketin ser dikê û stranên Rojhilata Navîn strîn. Piştre jî hunermend Suna Alan stranên ku ji bo şoreşgerên jin ên hatine qetilkirin hatine nivîstandin strî.