BI DÎMEN

Li Lînzê 8'ê Adarê: Em hêza xwe bikin yek

Jinên tevlî meşa 8'ê Adarê ya li bajarê Lînzê bûn, peyama mezinkirina têkoşîna hevpar dan.

8'Ê ADARÊ

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meş hate lidarxistin.

Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û ev peyam hate dayîn: ‘’Hewce ye em hêza xwe bikin yek, xwe xurttir bikin û bi hev re têbikoşin.’’

Meşvanan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin û di heman demê de lîstikeke şanoyî jî hate pêşkêşkirin.

Li gel jinên Kurd û Brezîlyayî 3 hezar kes tevlî meşê bûn.

Meş li Lînz Volksgartenê destpê kir û li Haûptplatzê bi dawî bû.