Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didome

Jinên ku li gelek bajarên Kurditan û Tirkiyeyê xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.

Jinên ku xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade dikin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan li dar xistin.

MANÎSA

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Manîsayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi tevlîbûna Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li navçeya Yunusemre hevdîtin bi jinan re li dar xist. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî a niha pêk bê” hatin berzkirin.

Koçyîgît piştî gerandina govendê axivî. Koçyîgît anî ziman ku ji bo gelan li kolanan e û ev tişt anî ziman: “Çendek rojê berê di nava rojekê de 8 jin hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê her roj qirkirina jinan pêk tê. Mafê jinan ê herî sereke, mafê jiyanê tê tunekirin. Em di wesayîta hilbijartinên 31’ê Adarê de ne. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ne. Di heman demê de îradeya jinan jî dê bêhtir xuyanî bibe.”

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Bi domdarî Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kilr: “Girtiyên siyasî li dijî vê tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jin li dijî her cureyên neheqiyan li qadan bûn û dê ji vir û şûnde jî li qadan bin. Heta ku tecrîda tê bidawîkirin jî dê têkoşîna me bidome. Du roj berê dema min doza kompasê ya Kobanê dişopand, Sebahat Tuncel di greva birçîbûnê de bû. Silavên wê ji bo we tevan hebû. Ew ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. Li derve derfetên me zêdetir hene û divê em jî têbikoşin.”

SEMSÛR

Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çû serdana Semsûrê ku di erdhejên 6’ê Sibatê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû. Jinên ku beriya serdanê li Taxa Karapinar a navendê li qada konteynira KESK’ê hatin gel hev, li vir daxuyanî dan. Endamên Meclîsa Jinan ên KESK’ê yên Semsûr û Mêrdînê di daxuyaniyê de cih girtin û pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştî, jiyan û mafên xwe diparêzin” vekirin.

Endama Meclîsa Jinan a KESK’a Semsûrê Bîrhat Tîşkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser erdhejê re salek derbas bûye jî hêj jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û perwerdeyê nehatine çareserkirin. Tîşkaya, wiha domand: “Bi milyonan mexdûrên erdhejê bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin. Bi erdhejê re wêraniyeke mezin a civakî çêbû. Balkêş e ku rayedar li dijî vê rewşê bêdeng in. Weke jinên KESK’î em di vê pêvajoyê de bi gel re bûn û em ê vê piştevaniya xwe bidomînin. Dê têkoşîna me bidome. Em ê di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Keda me, beden û nasnameya me ya me ye û em di vê têkoşînê de bi israr in’ dakevin qadan. Banga me li hemû jinan ew e ku ji bo azadî, wekhevî, heq û edaletê mil bidin milê me.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû. Çalakvan piştre jî çûn serdana jinên li bajarê konteyniran dijîn.

MÊRSÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê bi boneya rojê, bi sernavê “Dîrokçeya jinan û rêveberiyên xwecihî” panelek li dar xist. Panel li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Toroslarê hat lidarxistin û gelek jin tevlî bûn. Pankarta “Bi Jin, Jiyan, Azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin û dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin daliqandin.

Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Akdenîzê Nûriye Arslan axivî. Arslan, heta îrade û nûnertiya jinan neyê qebûlkirin dê pirsgirêkên civakê çaseser nebin. Arslan anî ziman ku pergal herî zêde ji hêza jinan ditirse û wiha got: “Lewma ji ewil êrîşî jinan dike. Dema em di hilbijartinê de bi ser ketin dê ewilî mafên xwe bi dest bixin. Dê qadên îstîhdamê ji bo jinan biafirînin, midûriyetên jinan vekikn û paradîgmaya jinê dîsa bixin meriyetê.”

JINAN TUNDÎ VEGOTIN

Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Hatayê Mutlu Aymaz jî cureyên tundiyê yên li dijî jinan rêz kir û got ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê mezinkirin. Aymaz anî ziman ku carnan jin di ferqa tundiya lê tê kirin de nînin û divê ew ji jinan re vebêjin. Piştî Aymaz, jinên li eywanê mafê axaftinê girtin û qala cureyên tundiyê yên li ser wan hatine kirin û yên lê bûne şahid vegotin.

Herî dawî jî Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş têkildarî tundiya aborî ya li ser jinan kir.

WAN

TJA, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) û Kovara Destarê jî li Wanê di çarçoveya 8’ê Adarê de komxebata “Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê kurdî. Em ê bajarên xwe bi zimanê xwe ava bikin” li dar xistin. Komxebat, li eywana Baroya Wanê hat lidarxistin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin Neslîhan Şadal, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt û hevserokên jin ên navçeyan û endamên Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Li eywana komxebatê pankarta “Ziman laş e li laşê xwe xwedî derbikevin”, “Her dem Kurdî, li her dere kurdî” hatin daliqandin.

WATE Û GIRÎNGIYA ZIMAN

Jin, bi cil û bergên Kurdî tevlî komxebatê bûn û bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî ji perwerdekarên ARSÎSA’yê Nazîme Arvas bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Divê jin di hemû qadên jiyanê de pêşengtiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin.” Hevberdevka Kovara Destarê Jîn Avesta jî bi bîr xist ku ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û xwest namzet propagandayê bi zimanê dayikê bikin.

PIŞAFTINA SEDSALÎ

Avesta diyar kir ku qeyûm li bajarên Kurdistanê ziman hedef digirin û wiha bi dawî kir: “Bêguman polîtîkayên pişaftinê bi qeyûman dest pê nekir. Ev xwedî dîrokeke sedsalî ye. Divê bertekên me xurt û birêxistinkirî bin. Divê em weke tiştekî jirêzê nêzî astengkirin û zextên li ser ziman nebin. Ziman, meseleya hebûn û tunebûnê ya gelekî ye.”

Piştî axaftinan, komxebat ji çapemeniyê re girtî dom kir.