Li Kopenhagê ji bo Celaliyan çalakî

Li paytexta Danîmaka Kopenhag ji bo şoreşgera jin a Kurd Zeyneb Celaliyan di çarçoveya kampanyaya hatî destpêkirin de, standa agahdarkirinê hate danîn.

Ji aliyê Komîteya PJAK ve li Kopenhagê di çarçoveya kampanyaya ji bo şoreşgera jin a Kurd Zeyneb Celaliyan hatî destpêkirin de li Nytorvê standek hate danîn.

Standa ku Meclîsa Jinan a Sêvê û NCKD piştgirî kir, li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên Celaliyan hate diyar kirin ku di greva birçîbûnê de ye û banga hestyariyê li raya giştî ya Danîmrakayê kirin.