Li Koln û Dortmûndê stand hatin danîn

Li bajarê Koln û Dortmûnd ên Elmanyay êdi çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya TJK-E’yê hatibû destpêkirin standa agahdarkirinê hate danîn.

Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê di çarçoveyap êngavê de standa agahdarkirinê vedan. Jinên ku li Bahnhofplatz a pêşberî Haûptbahnohf a Kolnê danîn, biroşurên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin belavkirin û di derbarê pêngavê de agahî hatin dayîn.

Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmûnd jî standa agahdarkirinê vedan.Jinan di navbera saet 16:00 heta 18:00’an li Kîrche broşur belav kirin û raya giştî agahdarkirin.