Jinên Kurd ji bo guhertin û azadiyê li qadan bûn

Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya JTK-E’yê ve hatibû destpêkirin li gelek bajaran jin daketin qadan.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (JTK-E) ve hatibû destpêkirin li gelek bajarên Ewropa jin daketin qadan.

Di çalakiyên hemwext li gelek bajaran jinan kirin bal kişandin ser qetilkirina jinan.

GÎESSEN: Li bajarê Gîssen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Berçem standek li Kreûzplatzê hate danîn. Jinên li Gîssen û derdorê wê dijîn brojorên TJK-E’yê amadekiribûn belav kirin.

ESSEN: Jinan di çarçoveya pêngavê de li bajarê Essen ê Elmanayê jî standek danîn. Di standê de bal hate kişandina ser kampanyayê, belavok û brojûr hatin belavkirin.

SAARBRUCKEN: Yek ji navendên din ên jin daketin qadan stand lê danîn Saarbrucken e. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û raya giştî ya Elman hate agahdarkirin.

FRANKFÛRT: Li Frankfûrtê meclîsa jinên Kurd ên li Frandfrût û derdorî wê dijîn jî di çarçoveya pêngavê de standek hate vedan. Li standê di serî de bal kişandin ser qetilkirina jinan û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdan û êrîşên qirker. Her wiha belavok hatin belavkirin.

TOULOÛSE:Jin li bajarê Toûloûse ya Fransayê hatin ba hev. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser têkoşîna jinan a li dijî DAÎŞ’ê.