Li Kobanê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin
Li Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin.
Li Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin.
Bi sedan jinên kantona Kobanê, di çarçoveya Pêngava Kongreya Star a "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan û têkoşînê geştir bikin" ya bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.
Meş ji qada ‘Şehîd Egîd’ ber bi qada ‘Jina Azad’ ve dest pê kir. Xwepêşandaran dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Meş li qada ‘Jina Azad’ veguherî mîtîngê. Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif di mîtîngê de axivî. Yûsif tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelê Bakurê Sûriyeyê û projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.
Felek Yûsif, berxwedana jinên Efrînê ya li hemberî dagirkeran silav kir û got, "Tu kes nikare vîna jina azad têk bibe, berxwedana Efrînê bi pêşengtiya jinan teqez wê bi ser bikeve."
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Felek Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran geştir bikin.
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî bû.