Li Kobanê Tabûra Jinan a Şehîd Viyan

Li Kobanê Tabûra Jinan a Şehîd Viyan

Li Kobanê Tabûrê Şehîd Viyan ku ji 120 jinan pêk tê hate damezirandin.

Li bajarê Kobanê Tabûra Jinan a binavê Şehîd Viyan ku 120 jin tevlî bûne  bi merasîmekê hate damezirandin. Merasîma ragihandina tabûra Şehîd Viyan li ber Navenda Saziya Zimanê Kurdî ya Kobanê bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Navenda Perwerde û Hişmendiya Jinan, Kordînasyona Tevgera Jinên Ciwan, Mala Gel a Kobanê, PYD, Asayîşên Jin, Yekîtiya Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ragihandina tabûra Şehîd Viyan li hemû jinên Rojava hate pîrozkirin û bal hate kişandin ser rola jinan a di parastina herêmên Rojava de. Di axaftinan de bang li jinan hate kirin da ku di parastina herêmê de cihê xwe bigirin.

Hêjaye gotinê, gelek jinên bi temenê xwe mezin jî di tabûra  Şehîd Viyan de cihê  xwe digirin.