Li Kobanê meşa 8’ê Adarê: Têkoşîn mîsogerî ye
Li Kobanê di meşa 8’ê Adarê de peyama ‘Têkoşîna me mîsogerkirina azadiya jinan e’ hate dayîn.
Li Kobanê di meşa 8’ê Adarê de peyama ‘Têkoşîna me mîsogerkirina azadiya jinan e’ hate dayîn.
Ji bo balkişandina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêma Firatê meşek hate lidarxistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji bo azadiya civakê divê jin azad bibin.
Gel Qada Jina Azad kom bû û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.
Meş li Qada Aştiyê veguherî mitîgnê. Di mitîngê de ji rêveberên Meclisa Navçeya Sirîn Mihemed Selmo axivî û 8`ê Adarê pîroz kir. Mihemed Selmo destnîşan kir ku jinan ji ber zilm, qeyd û paşguhkirina di nava dîrokê de gelek zehmetî dît û wiha domand: "Em hêvî dikin ku jin di zûtirîn demê de azadiya xwe bi dest bixe û rola xwe ya sereke di civakê de vegerîne."
Mihemed Selmo di axaftina xwe de sûcên ku li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ji aliyê dewleta Tirk û çi ji aliyê çeteyên wê ve têne kirin, şermezar kir.
Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nibo jî 8`ê Adarê li jinên berxwedêr û azadîxwaz pîroz kir.
Sebrî Nibo destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jin di qadên xebat û têkoşîna ji bo avakirina civakeke azad dixebitin, dikare şer bike, civakê ava bike.
Di dawiyê de Sebrî Nibo îşaret bi têkoşîna bi fikirên Rêbertî re kir da ku civakeke azad û wekhev ava bikin.