Li Kobanê ji sedî 80’ê xwebatkarên SZK’ê jinin
Li Kobanê ji sedî 80’ê xwebatkarên SZK’ê jinin
Li Kobanê ji sedî 80’ê xwebatkarên SZK’ê jinin
Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê roleke mezin di Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de dilîzin û parastina zimanê kurdî û pêşxistina wê dikin. Hejmara jinên ku beşdarî Saziya Zimanê Kurdî li herêma Kobanê bûne, gihîşte asteke ji sedî 80’ê.
Jinên xwebatkarên Saziya Zimanê Kurdî ku heya niha parastine, niha jî di perwerdeya zimanê Kurdî de rolek sereke dileyzin. Ji destpêka avakirina SZK’ê li bajarê Kobanê jinên Kurd cihê xwe têde girtin û roleke mezin di parastin û fêrkirina zimanê kurdî de girtin ser milên xwe. Niha hejmara jinan ên di vê Saziyê de dixebitin li bajarê Kobanê û gundên derdora wê gihîşte 139 mamosteyên jin. Ji van 100 mamoste jin li dibistanên bajêr, 15 li gundê Taalik, 8 li gundê Şarqirlî, 10 li gundê Êlaçax û 6 jî li gundê Girik hatin bicih kirin.
Di xebatên perwerdaya ziman de heta niha 20 dewreyên perwerdeyê hatine dayîn û di wan perwerdeyan de 200 jin hatine perwerde kirin.
Ji ber di warê civakî de li dijî jinan astengî hebûn, beşdarbûna jinan di nav Saziya Zimanê Kurdî de gelek astengî derketin holê. Weke nerazîbûna civakê ji ber edetên neyînî. Lê tevî hemû astengiyan jinan ji her kesî re diyar kirin ku ew bi vîna xwe gelekî xurt in.
Der barê rola jinan di Saziya Zimanê Kurdî de li bajarê Kobanê Endama Rêveberiya Saziyê Dicle Esmet wiha got: “Di dîrokê de rola jinan di parastin û fêrkirina zimanê kurdî de gelekî girîng bû û girîng e. Ji ber ku ev zimanê dayîkê ye û dayîk zarokên xwe fêrî zimanê xwe dike.”
Dicle Esmet di axaftina xwe de balkişand ser perwerdeya ziman û wiha got; “Di warê ziman de heta niha me gelek kar nekirine, em nû destpê dikin. Emê ziman pêş bixîn û li ser lêkolînan çê bikim, heta ku ev ziman biçe asta herî jor.”
Dicle Esmet di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd, bi taybet jinan kir ku fêrî xwedin û nivîsandina zimanê dayikê yê bi salan jê bê par mabûn, bibin.