Li Kirmaşanê jineke ducanî xwe kuşt, pitika wê xilas bû

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê  dê û bavê ciwan xwe şewitandin. Jina 30 salî ku pitika wê ya 6 mehî hebû jiyana xwe ji dest da, lê pitik xilas bû.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan trajediya navborî 6'ê Adarê çêbû. Jin û mêrekî ciwan ku li taxeke hejar a Kirmaşanê dijiyan bi dohn xwe şewitandin. Diyar bû ku navê dê Fereşteh Kahrarîan e. Dayikê jiyana xwe ji dest da, pitika 6 mehî bi saxî ji zikê dê hate xilaskirin. Bav jî bi giranî birîndar bû. Li gorî hin jêderan ji ber hejariya zêde ev bûyera xwekuştinê çêbûye.

XWEKUŞTINÊN JI BER HEJARIYÊ

Îlonê li eyaleta Îlamê jinekê xwe kuştibû, piştre hevserê wê jî dawî li jiyana xwe danî.

Cotmehê jî bavekî bi sedema hejariyê hevjîna xwe, keça xwe ya 9 salî kuştbû û piştre xwe jî kuştibû.

Li gorî komên mafê mirovan li Îranê di navbeyna Mijdar û Kanûna 2018'an de 16 kesan ji ber sedema hejariyê, destengiya aborî û arîşeyên malbatî xwe kuştine.

10'ê Sibatê jî li Kirmanşanê dayikeke ciwan piştî ku kurê xwe yê 6 salî û 3 salî kuştibû, xwe jî daleqandibû.

Li gorî daneyan di navbeyna 2017-2018'an de 4.992 kesî hewl dane ku xwe bikujin û ji van jî 3.300 jê jin in.