Li Kerkûkê semînerên 25’ê Mijdarê dewam dikin
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hember Jinê, semînerên li Kerkûkê ku ji aliyê RJAK’ê ve tê orgnîzekirin didomin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hember Jinê, semînerên li Kerkûkê ku ji aliyê RJAK’ê ve tê orgnîzekirin didomin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hember Jinê li pirtûkxaneya navenda giştî ya Kerkûkê bi beşdariya jin û mêran semînerek hate lidarxistin.
Semînera ku ji aliyê RJAK’ê ve hate organîzekirin hevseroka Tevgera Civaka Azad a Kurdisanê (Tevgera Azadî) a Silêmaniyê Ronak Mecîd weke qiseker beşdar bû.
Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Ronak Mecît anî ziman ku netewe dewletên ku hilberîna hişmendiya mêrê desthilat, azdiya jinê weke nasnav û cih digirin dest. Mecîd diyar kir ku azadiya jinê ne ew e û li dijî wê, wê heta dawiyê têkoşînê bidin meşandin.
Jin û mêrên ku beşdarî semînerê bibûn pirsgirêkên jinan vegotin.