BI DÎMEN

Li Kassel û Stûttgartê çalakiyên 8’ê Adarê

Li bajarê Kassel û Stûttgartê jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hev civiyan, bal kişandin bi ser Têkoşîna Azadiyê ya Jinê.

Li bajarê Kassel û Stûttgart ê Elmanyayê jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hev civiyan, nirxandin û niqaş kirin.

KASSEL

Li Kasselê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek hat lidarxistin. Jinan di civînê de bal kişand bi ser têkoşîna jinan a li dijî tundî, şer, xizanî û îstîsmara kedê.

Di civînê de biryar hat girtin ku li hemberî pergala ku herî zêde êrîşî rêxistinbûyîna jinan dike li Kasselê komuna jina bê avakirin.

Di dawiyê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi gerandina govendê hat pîrozkirin.

STÛTTGART

Li Stûttgartê jî bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem jin li hev civiyan. Di civîna jinan de ji aliyê nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, li ser dîroka 8’ê Adarê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî” axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan hunermend Zeynep Enhas stran gotin. Piştre Koma Jiyan a Govendê derket li ser dike.

Civîna jinan bi dirûşmeyê “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî.